Li gorî Reuters hate diyarkirin ku kesê hatî kuştin berpirsê rêxistinê yê operasyonên derve û ewlehiyê Omar Abdul Qader Basam, bi navê tê zanîn Abdul Rahman El-Halabi ye.
Hat ragihandin ku El-Halabi êrîşa li ser Balyozxaneya Mezin a Îranê ya li Lubnanê jî di nav de êrîşên li ser gelek welatan bi rêve biriye.
Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) ragihand ku li Sûriyeyê li dijî rêveberên DAÎŞ’ê gelek êrîş pêk anîn. Rayedarên Emerîkî hişyarî dan ku piştî têkçûna Beşar Esad a di meha kanûnê de, rêxistin hewl dide car din li welêt hêz bi dest bixe.